ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 148’AN DE YE

Berxwedana ku ji bakurê kurdistanê bi pêşnagiya Leyla Guven despêkir, bi çalakiya Nasir Yagiz re li başûrê Kurdistanê jî belav bû.
Çalakiy dorvger a li Silêmaniyê jî ji aliyê komek ciwanên Enternasyonalîst ve hate dewirgirtin.
Çalakger Herêm Mehmûd jî dibêje peyama Hevserokên KCK’ê hêz û moral da ye min.

Li başûrê kurdistanê navnîşana despêkê ya çalakiyan li bajarê Hewlêr ê bû.

Ev çalakî li nûnertiya HDP’ê ya Helwerê bi pêşnegiya Nasir Yagiz despê kir.

Çalakiya Yagiz di roja 148’an de ye.

Çalakiya Yagiz piştî ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvne çalakiya duyemîne ku didome.

Her wiha li nunertiya HDP’ê ya li Hewlerê jî çalakiya dorveger ya di heman rojê de hatibû despêkirin ji aliyê 74’an ve hate derwirgirtin.

Di dema dewirgirtina koma nû de li ser navê koma nû Ebdulkerîm Azadî axivî û got;

Hemû cîhan û bi taybet rêxistinên mafên mirovan li hemberî çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan xwe bêdeng kirine.

Ji bo ku ti çalakgerek din şehîd nebe, pêwîste zext li Tirkiyeyê were kirin, ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rake û aramiyê ji bo gelê Kurd berfireh bike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî 124 roj in li dare.

Ev çalakî îro ji aliyê koma 63’emîn ve hate dewir girtin.

Vê carê kesên ku beşdarî greva birçîbûnê bûne 4 welatiyên ji welatên Ewropayê ne ku du ji wan welatiyên Elmanya ne, her du kesên din jî ji Katalonya û Îspanya ne.

Li ser navê komê Fabian Puente axivî û got;

Em wekî komek navnetewî li Silêmanî piştgiriyê didin daxwazên Leyla Guven û em daxwaza azadiyê ji Ocalan re dikin.

Li Wargeha Mexmûrê jî tevî çalakiya dorveger çalakiya bê dem û bê dorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 87’an de ye.

HERÊM MEHMÛD: MIN HÊZ Û ÎRADE JI PEYAMA BAYIK GIRT

Li navçeya Kelar a Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd bi heman armancê 53 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Doh hevserokên KCK’ê ji bo çalakger Herêm Mehmud nameyek şandibû.

Herêm Mehmûd jî li ser mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

Ez spasiyên xwe pêşkêşî, Hevserokên KCK’ê Cemîl Bayik, Besê Hozat û tevahiya endamên KCK’ê dikim.

Ez ji wan re dibêjim, hun ji bo doza rasteqîn a gelê Kurd têkoşînê dikin.

Peyama KCK’ê gelek hêz û morala min ya di biryara têkoşînê de xurt kir.

Leave a Reply

Back to top button