Ji Iraq û Başûr Kurdistanê zêdetirî 50 hezar kes koçber bûne

Koçberî an jî reva ji Başûrê Kurdistanê zêde bûye. Û ev jî bi hejmaran xuya dike. Ev hejmar mirov ditirsînin. Heft salên dawî zêdetirî şesed hezar ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê û tenê ji destpêka salê ve 50 hezar kes koçber bûne. Di van salan de jî 445 kes li ser rêyan can dane.

Serokê Dezgeha Lûtke ji bo Karûbarên Penaberan Arî Celal dane Rojnews’ê, di van heft salên dawiyê de 623 hezar 245 kes ji Iraq û Herêma Kurdistanê reviyane derve.

Ji vana 445 kes li ser rêyan can dane.

Arî Celal da zanîn ku ji serê vê salê ve jî zêdetirî pêncî hezar kes koçber bûne û piraniya wan xelkê Başûr in, û got:

“Tenê ji destpêka salê bêhtirî 35 hezar kesan daxwaza penabertiyê li Ewrupayê kirine.

Her wiha nêzî 20 hezar kes jî ji Herêmê derketine û li welatên derdorêne û dixwazin biçin welatên Ewrûpayê.

Di çend bûyerên cuda de 21 kes bûne qurbanî, cenazeyên çend ji van kesan me gihandine malbatên wan yên din jî wendane.”

Back to top button