Şêniyên Dirbêsiyê şehîdxistina 7 gerîla weke xiyanetê bi nav kir

Nerazîbûn û çalakiyên gelê Rojava ya li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla zêde dibin. Îro şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşek li dar xistin û êrişa PDK’ê ya ku di encamê de 7 gerîla şehîd bûn, weke xiyanet bi nav kirin.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirin êrişa PDK’ê li dijî gerîla meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mitîngê, endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokrat-PYD’ê Ebdulxenî Oso axivî.

Ebdulxenî Oso êrişa li ser gerîla û piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk re şermezar kir û wiha got,

”Divê gelê Kurd li kêleka berxwedana HPG’ê bisekine û bersiva xiyaneta PDK’ê bide”.

Back to top button