Li Gîneyê ku welatekî Afrîka ye, êdî rêveberiya welat di destê artêşê de ye.
Li welat ji 5’ê Îlonê ve, darbekeran kontrola welat xistiye destê xwe û hikumetê bi nelirêtî û binpêkirinê tewambar dike.
Darbekeran ragihandin ku wan saziyên welêt betal kirine.
Lê têkildarî dema pêş jî ti agahî parve nekirin.
Piştî darbeya pêr a li Gîneyê, darbekeran ragihandibûn ku Serokdewlet Alpha Conde girtine.
Darbekeran saziyên dewletê hemû betal kirin.
Darbekeran bang li wezîrên ji wezîfeyê hatine xistin hemûyan kir û li Qesra Gel civînek bi wan re lidar xist.
Her wiha ranegihandin ku wê rêveberiyeke çawa pêk bînin û xwe weke raperînekê nîşan dan.
Ji berpirsyarên Hêzên Taybet ên Gîneyê Serhend Mamady Doumbouya daxuyaniyek bi dîmen parve kir û diyar kir ku “Ji ber rewşa xitimandî ya aboriyê, karên ne li rê û xizaniyê, bikaranîna edaletê mîna amûrekê û binpêkirina mafên mirovan” serokdewlet girtine.
Darbekeran dîmenekî Alpha Conde jî weşandin û gotin, ew dixwazin “siyasetê radestî gel bikin.”
Diyar kirin ku hikumeta bi pêşengiya serokdewlet Alpha Conde ji bo karibe cara sêyemîn bê hilbijartin destûra bingehîn û sazî guhertine û destnîşan kirin çalakiyên şermezarkirinê yên ku bi mehan dewam kirin bi rengekî giran û bi xwîn hatine tepisandin.
Darbekeran ragihandin ku wê pêvajoyeke derbasbûnê hebe, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û sînor jî hatine girtin.
Danê êvarê jî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku wezîfedarên li ser kar hemû ji wezîfeyê hatine girtin, li şûna wan yên nû hatine wezîfedfarkirin.
Her wiha bang li walî, qeymeqam, rêveberên herêmî û leşkeran hate kirin ku karê xwe dewam bikin.