PDK’ê 2 endamên RAJK’ê berda lê ciwana Ebdulbaqî berneda

Bi biryara dadgehê û bi kefalet endam û rêveberên RJAK`ê Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hîna girtî ye.

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek ji RJAK’ê serdana Şengalê kiribû.

Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, 5’ê Tebaxê li seytereya Kelek ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên binçavkirin.

Ji dema ku hatine binçavkirin heya doh agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen nedihate girtin.

Piştî 33 rojan,endam û rêveberên RJAK’ê Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan.

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan. Derbarê mijarê de ti daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.

Beriya niha PDK 2 endamên PYD’ê ku revandibû berda, Cîhad Hesen nûnerê rêveberiya xweser berneda.

Back to top button