Tevgera Azadî bi 3 namzetên jin 1 jî mêr tevlî hilbijartinê dibe

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê – Tevgera Azadî bi merasîmekê bername û helwesta xwe ya ji bo hilbijartina Parlemantoya Iraqê ku wê di 10’ê Cotmehê de pêk bê, namzetên xwe eşkere kir. 

10’ê Cotmehê hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nuneran a Iraqê despêdike.

Nêzî mehekê ye partî û namzetan dest bi bange-şeya hilbijartinê kirin.

Li gora yasaya hilbijartinê rêjeya bejdarbûnan jina di Encûmena Nuneran a Iraqê de li gora sîstema dawî ji sedan 25’an zêdetir dibe, li gora vê jî di nava partiyan de gelek nemzetên jin hene.

Wê ji 3 hezar û 249 namzeta 951 namzet jin in. Wê di parlemena Iraqê de, 83 kursî ji bo jinan be.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bernameya xwe ya ji bo Parlamentoya Iraqê eşkere kir û diyar kir ku wê di hilbijartinê de piştgiriyê bide 4 namzetên serbixwe.

Danansîna namzetan doh li Hola Otel Dawa ya li Silêmaniyê, pêk hat.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî da xuyakirin ku rexneyên wan li hemû nûnerên ku dema borî çûn parlamentoya Iraqê heye, ji ber ku li gorî wan, gelek kêm xizmet ji welatiyan re kirin.

Di merasîmê de navê 4 namzet ku wê serbixwe tevlî hilbijartinê bibin, hat ragihandin.

Navê namzetên Tevgera Azadî wiha ye:

Mihemed Hesen, weke namzetê herêma raperên û Qendîlê, Şirîn Ebdullah, namzetê Kerkûkê, Ronak Mecîd û Yusra Receb jî ji bo Silêmaniyê hate diyar kirin.

Namsetan diyar kirin ku ew dixwazin bibin dengê gel û hemû mafên destûrî yên gelê xwe misoger bikin.

Di torên civakî de namzetên jin rastî êrişan tên

Li parezgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok xebatên jinan ji bo hilbijartinê bê navber dewam dikin.

Ji ber namzetên jin hêviyê didin ji bo wê jî baldariya li hemberî wan zêdetire, ev pergala mêrsalariyê nereht dike û dibe sedem ku namzetên jin di torên civakî de rastî êrîşan bên.

Namzeta bazneya 2 a Silêmaniyê ji Partiya Hizba Komeleya Dadgerîya Kurdistanê Mirwarî Mehemed da zanîn ku jin xwedî hêzek mezine ku dikare çend karan bi hevre bike, tenê pêwistiya wan bi rêxistin heye.

Çalakvana medenî Hana Şivan jî diyar kir jinan bi dengê xwe karîne serkeftinê bi dest bixin. Ev jî deshilata mêrsalar nerehet dike û dibe sedem bi rêbazên cuda û destê hinek kesan li ser torên civakî êrîşî namzetên jin bikin.

Back to top button