Şêxê Qebîleya El-Welde: Divê dewletên Ereb û Ewropî vê rêveberiyê nas bikin

Şêxê qebîleya El-Welde Hamid El-Ferec daxwazaa naskirina Rêveberiya xweser kir û diyar kir ku projeya ku aloziya Sûrî Çareser bike pergala netewa demokratîk e. 

Şêx Hamid El-Ferec got:

“Rêveberiya Xweser ji destpêka ku ava bûye ji bo pêkanîna ewlehiyê û xizmeta gel dixebite.

Em eşîr bi Rêveberiya Xweser re ne, me desteka manewî û civakî da da ku astengiyên li pêşiya vê rêveberiyê derbas bibin.

Her wiha ji bo xizmeta Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê wê bi taybet em bi hev re dibin alîkar.”

El-Ferec ji bo naskirina Rêveberiya Xweser bang dewletên ereb û yên ewropayê kir û got:

“Divê dewletên ewropî û yên erebî bi awayekî fermî û eşkere îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin û di aliyê siyasî û leşkerî de piştgiriyê bidin wê.

Pergala Netewa demokratîk bingeha xebatên Rêveberiya Xweser e, tekone çareseriya aloziya Sûrî jî bi naskirina vê pergalê pêkan e.

Hemû beşên sûrî xwe di vê pergalê de dibînin. Ji bo wê divê rêveberiya xweser were naskirin.”

Back to top button