Li Şêrewa 4 dagirkeriyê Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE li navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî 4 dagirker kuşt.

Navenda Çapemenî û Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke ragihand ku hêzên wan li navçeya Şêrewa li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîne.

Hêzên Rizgariyê derbarê çalakiya xwe de ev agahî da:

“Li roja 5’ê Îlonê, li nêzî gundê Basufanê ya navçeya Şêrawa, hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidar xistin.

Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, seyareyek hat ruxandin.”

Her wiha Hêzên Rizgariyê da zanîn ku li hember êriş, sûc û hovîtiya dewleta Tirk ku li ser gelên kurd dimeşîne, dê çalakiyên wan ê bersivdayînê dewam bikin.

Back to top button