”Li hemberî Dagirkeriyê , pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye”

Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê, encamnameya konferansa xwe weşand. Di encamnameyê de hate gotin, “Divê kesayetên Kurdistanî bi tundî li ber dagirkeriyê rabin û bi xurtî hişyariyê bidin hêzên Kurdistanî hemûyan.”

4’ê Îlonê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskarên kurd li dijî dagirkeriyê li Hollandayê Konferanseke Netewî pêk anîn.

Di Konferansa Neteweyî de, dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrîn, Girê Spî, êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên parastina Medyayê hate bibîrxistin û encamnameya civînê hate parvekirin.

Hin xalên ku di encamnameyê de hatine parvekirin ev in:

“-Li hemberî dagirkeriyê ji bo serketineke misoger pêk were, pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye.

Divê hemû hêzên Kurdistanî bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rawestin, bê helwest nemînin û bi çi awayî nebin şîrîkê êrişan.

-Em bang li hemû partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî dikin da ku ji bo xurtkirina yekrêziyê û pêşî lê girtina xetereyan, demildest lijneyeke bilind ya di asta mektebên siyasî de amade bikin û dest bi kar bikin.

-Aliyên Kurdistanî, divê bi helwesteke tund li hemberî dagirkeriyê rawestin û bi awayekî bi bandor, hişyarî bidin hêzên Kurdistanî.

-Ji bo ‘Platforma li dijî Dagirkeriyê’ bikaribe xebatên xwe bi bandortir bike, pêwîstî bi berfirehkirina platformê heye.

Bi vê armancê ve girêdayî di konferansa me de komîteya peywendiyên li gel partî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanî; komîteya ragihandinê û hewldana pozîtîfkirina zimanê ragihandina Kurdistanî û komîteya lobî û dîplomasiyê ya ku pêywendiyên li gel partiyên siyasî û parlementoyên dewletên Ewropayê pêk bîne, hatine damezrandin.

Em bang li hemû aliyan dikin, bila bi awayekî xurt piştgiriya ‘Platforma li dijî Dagirkeriyê’ bikin û pêşî li xebatên komîteyên platformê vekin.”

Di dawiya encamnamê de bang li saziyên navnetweyî jî hat kirin ku kirin ku li dij bikaranîn çekên kêmyawî yên dewleta Tirk û êrişên wê xwedî helwest bin.

Back to top button