“PDK li Başûr li dijî jinê polîtîkayên dewleta Tirk pêk tîne”

Endama Têkiliyên Diplomatîk a RJAK’ê Zeyneb Mihemed got ta niha PDK nehiştiye ku malbat û parêzer serdana Endama Meclisa Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê RJAK Ciwana Ebdulbaqî bikin.

Di heman demê de anî ziman ”Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi vê kiriyarên xwe ve dide xuyakirin ku hêz û tevgera jinan qebûl nake.”

Zeyneb Mihemed da zanîn ”Divê demildest Ciwana Edbdilbaqî were berdan.”

Endamên Meclisa Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê-RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen 3 Tebaxê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn girtin.

Piştî 33 rojan Seyran Ehmed Hesen û Xewla Mihemed Hesen serbest hatin berdan. Lê Ciwana Eldulbaqî nehatî berdan.

Di derbarê de Endama Têkiliyên Dîplomatîk a RJAK’ê Zeynep Mihemed axivî û got:

“Ta niha PDK’ê tu agahî li ser girtina Ciwana Eldulbaqî bi me re bi parve nekiriye.

Dû hevalên me hatin berdan lê Ciwana hîn tu agahiyî li ser nehatine bi dest xistin.

Dema malbat çûn serdana wan bikin, PDK’ê nehiştin ew derbas bibin. Serlêdanên parêzeran jî qebûl nekir.”

Zeynep Mihemed diyar kir li gor agahiyên ku me bi dest xistin rewşa Ciwana ya tenturistî ne baş e. Ji ber vê yekê divê demildest Ciwana were berdan.

Zeyneb Mihemed: Siyaseta PDK heman siyaseta dewleta Tirk a dagirker e

Zeynep li ser siyaseta PDK’ê ya li dijî jinan da xuyakirin ku PDK nefsî siyaseta dewleta Tirk li hember jinê dimeşîne.

Zeynep da zanîn ku dewleta Tirk li Tirkiyê rojane bi sedan jin bin çavdike, digre, îro PDK jî heman rêbazê li Başûrê Kurdistan li dijî jinan dide meşandin.

Armanca PDK’ê û dewleta Tirk ji vê siyastê hewil didin tevger û têkoşîna jinan li Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin.

Di heman demê de anî ziman” Hikumeta Başûrê Kurdistanê tenê bi nav maye, ev hikûmet polîtîkayên Tirkî pêk tîne.

Zeynep Mihemed: Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna jinan gihaştiya asteke bilind

Endama Têkiliyên Diplomatîk li dijî êrişan sekna saziyên jinên li Başûrê Kurdistanê jî nirxand û got:

“Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna jinan gihaştiya asteke bilind.

Gelek caran jin li dijî sîstemê dengê xwe bilind dikin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê vê hêz û tevgera jinan qebûl nake.

Dixwazin dengê jinan qut bikin, Bi van rêbazan hewl didin civakê dîsa bi rêya jinan bidin girtin.

Back to top button