DYA ji bo Efxanistanê bi 20 welatan re dicive

Piştî ku Talîbanê hikumeta xwe duh ragihand, îro wezîrê karên derve yê DYA’yê bi wezîrên 20 dewletan re ji bo nîqaşkirina rewşa li Efxanistanê dicive.

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken wê îro li Almanyayê bi wezîrên 20 dewletan re ku vekişîna DYA’yê ji EEfxanistanê bandor lê kir, bicivie.

Blinken dê bi wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas re bicive û piştre wê bi hev re bi rêya civîneke online bi wezîrên 20 dewletan re bicivin.

Tê payîn ku DYA hewl dide bang li Talîbanê bike da ku bangên navneteweyî yên têkildarî rewşa li Efganistanê, pêk bîne.

Li Kabulê bi sedan kes li dijî Talîbanê meşiyan

Hemwextî vê civînê careke din, Efxanî li Kabulê di nava xwepêşandanan de bûn.

Çekdarên Talîbanê careke din gule li ser xwepêşandêran reşandin.

Back to top button