Koma Hûsiyan li dijî arteşa hikûmeta Yemenê êrişên hemwext kirin û şerekî dijwar di navbera her du hêzan de rû da û di encamê de 78 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî li bajarê Maribê yê dikeve bakurê Yemenê, Koma Ensarellah El-Husî, duh bi êrişên hemwext hewl da bajêr kontrol bike.
Lê hêzên hikumeta Yemenê bersiv da êrişa çekdarên Koma Ensarellah El-Hûsî û şerekî giran di nav bera her du hêzan de rû da.
Di encama şerê rûdayî de gelek kuştî û birîndar çêbûn
Heman çavkaniya leşkerî da zanîn ku di şerê rûdayî de zêdetirî 60 çekdarên Hûsiyan û 18 çekdarên Hikumeta Yemenê hatine kuştin.