Bi serhildanên bihara gelan re jin bûn hîmên avaker ên civakê

Meclisa Jinên Sûriyê li ser asta cîhanî xebatên xwe dide meşandin. Hemû jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn di bin banê Meclisa Jinên Sûriyeyê de cih digre û xwedî mafê gotin û biryarê ne.

Meclisa Jinên Sûriyê..

Xwe di aliyê çandî, siyasî, hiqûqî, civakî perwerdê de bi rêxistin dike.

Xwediyê nasmeya hemû jinane…

Ji bo çareseriya pirsgirêkên sosyolojîk,staratejî,siyasî, civakî, aborî, çandî û zanistî navendên xwedî hêza biryardayînê ava dike.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re jin li Rojavayê Kurdistanê, bûn xwedî hêza biryardanê û bi navên cihêreng tevger, sazî û navendên xwe li dar xistin.

Bi vê pergalê re jin di nava civakê de, bûn xwedî hêza sereke.

Jinan jî di 8’ê Îlona 2017’an de Meclisa Jinên Sûriyê avakirin.

Armanc jê ew bû ku hemû jin bêyî cudahiya netew û olan, cihê xwe di nava xebatê de bigrin.

Li ser vê bingehê jinan di 14’ê Hezîrana 2019’an de li bajarê Amûdê yê herêma Cizîrê Meclisa Jinên Sûriyê damezirandin.

Her wiha Meclis beşdarî çalakiyên berfireh ên herêmî yên li ser asta Sûriyê bû.

Lîna Berekat: Meclisê xebateke bi nirx ji bo xwegihandina hemû jinan kir

Di salvegera 4’emîn a damezrandina Meclisa Jinan a Sûriyê de, Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat axivî.

Lîna diyar kir ku xebatê meclisê serkeftî û bi destkeftiyan dagirtî bû, ya girîng jî xwe gihand beşekî mezin ji jinan li Sûriyê, Rojhilata Navîn û komxebatên ji bo xurtkirina rola jinan li dar xistin.

Lîna Berekat hêvî û serkeftin ji Meclisa Jinan a Sûriyê re xwest û da zanîn ku Meclisa Jinên Suriyê nasnameya hemû jinan e.

Back to top button