PDKS:Têkiliya PDK û dewleta Tirk li ser esasê qirqirina Kurdan e

Nerazîbûnên li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re zêde dibin. Gelek partî û kesayetên siyasî jî bi daxuyanîyan helwesta xwe li dijî vê yekê nîşan didin. Endamên Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî PDKS’ê, hevkarîya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re weke xiyanet pênase kirin û dîyarkirin, têkilîya PDK û dewleta Tirk, li ser esasê qirkirina Kurdane û di vê PDK’ê dev ji vê hevkarîyê berde.

Bertek û çalakî yên li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj zêde dibin.

Rêvebir û endamên Partiya Demokrat a Kurd li Sûrîyê PDKS’ê, helwesta PDK weke xiyaneta li dijî Kurdan destnîşakirin û dan zann tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê, tê wateya tunekirina Başûrê Kurdsitanê.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Remzî Şêxmus dîyar ku, dewleta Tirk li ser esasê qirkirina Kurdan hatiye damezrandin û dixwaze Kurdan tune bike.

Remzî Şêxmus bang li PDK’ê kir û got: ”dev ji xiyaneta li Kurdan berde. Eger ku dewleta Tirk Rojava dagir bike û PKK’ê tune bike, dê Başûrê Kurdsitanê jî dagir bike.

Jiber vê yekê divê PDK berjewendîya gelê Kurd bifikire û dev ji hevkarîya bi dewleta Tirk re berde.”

Remzî Şêxmus di dawîyê de diyar kir ku, beşdarbûna PDK’ê ya di êrîşên dewleta Tirk de, dikeve xizmeta dagirkeran.

Yek ji Endamê Partîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê Mistefa Horo jî, hevkarîya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, weke xiyanet pênase kir û got:

”Êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîlla, ji êrîşên din yên li çar perçê Kurdistanê û bi taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê cuda nîne.”

Mistefa Horo destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê bi destê malbata Barzanî veguherîye wîlayeteki Tirkiyê û wiha domand:

”Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava kirin û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê li hember vê yekê bedengin.”

Horo di dawiyê de bang li partîyên Kurd kir ku li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevakrên wê rabin.

Back to top button