Piştî ku Hênzên Rêjîma Sûriyê ketin Deraa El-Beled topbaran û pevçûn zêde dibe

5 Îlonê lihevkirin di nav bera Hikûmeta Şamê û xelkên Deraayê de pêk hat. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê hejmara kesên ku xwe radestî Hikûmeta Şamê dikin zêde dibin.

Pêvajoya lihevkirina di navbera Hikûmeta Şamê û xelkên Deraayê didome, û wê 10 xalên leşkerî yên Polisên Rûsiyê li Deraayê bêne avakirin.

Tenê ji doh ve nêzî 100 kesî ji bo çareserkirina rewşa xwe di bin sîwana bendên lihevkirinê de xwe radestî Hêzên Hikumetê kirin.

Di nava bendên vê lihevkirinê de hêzên hikumetê wê li hemû malan lêgerînê bikin.

Hikumeta Şamê devera Sehem Colan ya Deraayê topbaran kir

Her wiha Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku çekdaran li bajarokê Nafiaa êrişî seyareke leşkerî ya hêzên Rêjîmê kir

Li ser vê yekê Hêzên Rêjîmê jî devera Sehem Colan ya Deraayê topbaran kir.

Back to top button