Li Efrînê Çeteyên dewleta Tirk şêniyekî din revandin

Li Efrînê revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve dewam dike. Çeteyan şêniyekî din revandin.

Çeteyên dewleta Tirk şêniyek bi navê Farûq Mihemed yê 30 salî revandin.

Li gorî malpera Efrîn Postê, çeteyan dest danîne ser mala Farûq a li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrîn.

Dema Farûq daxwaza mala xwe dike ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirer ve tê revandin.

Heman malperê ragihand ku çeteyan kesê ku revandine birine cihê xwe yê li taxa Fîl ya navenda bajêr.

Back to top button