Dewleta Tirk a dagirker gundên Miniqê û Eyn Deqnê yên Şehbayê topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dike. Dagirkeran îro careke din êrişî birin ser gundên Şehbayê.

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê îro dîsa gundên Miniqê û Eyn Deqnê yên Şehbayê topbaran kir.

Doh jî dagirkeran gundê Dibis, Cidêdê, Muelek, rêya M4 û Xwaringeha Seqir ên Eyn Îsa topbaran kir.

Artêşa dagirker di heman demê de gundewarê Minbijê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirka ji baregeha li gundê Qîrata gundê Toxarê topbaran kir.

Navendê diyar kir dagirkeran zêdeyî 10 top avêtin gundên Hoşeriyê û Toxara Biçûk ên bakur-rojhilatê Minbicê.

Hat gotin di encama topbaranê de ziyanek mezin gîhîşt mal û milkên welatiyan.

Back to top button