Artêşa Tirk êrişî gundewarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê kir û 2 sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk ya dagirker êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê didomîne û nerazîbûnên li dijî êrişan jî zêde dibin. Parlamentera Iraqê Êntisar Ciburî bang li hikûmeta Iraqê kir ku serweriya xaka xwe biparêze. Şêniyên herêma Qeladizê jî diyar kirin armanca êrişên PDK’ê yên li ser gerîla derixistina şer e.

Êrişên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, herdu hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bêdengiya xwe ya hemberî êrişan diparêzin.

Herî dawî, duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Sînemok ya girêdayî navçeya Sengeser ya Qeladizê 3 caran bombebaran kir.

Balafiran yekser welatiyên sivîl kir armanc û di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Hevserokê şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen derbarê êrişê de ji Rojnews re axivî û got:

“Ji bilî birîndarbûna welatiyan ziyanek mezin gihişt bax û baxçeyê welatiyan. Derî û pencerên malên welatiyan şkestin.”

Parlamentera Iraqê Êntisar Ciburî: Divê hikûmet serweriya welêt biparêze

Parlamentera Iraqê Êntisar Ciburî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk axivî û diyar ku hikumeta Iraqê çavê xwe li destwerdana dewleta Tirk û binpêkirinên wê ya serweriya Iraqê digire.

Êntisar Ciburî got:

“Parastina berjewendî û serweriya netewî ya Iraqê erkê hikumeta niha ye.

Pêwîst e dawî li hebûna dewleta Tirk a nav xaka Iraqê were anîn û ji bo dawîanîna qeyranê kar bê kirin.”

Şêniyên Qeladizê: Armanca êrişa PDK ya li ser gerîla derxistina şer e

Her wiha dijî hevkariya hikûmeta Başûr bi Tirkiyê re û pêkanîna êrîşan li dijî gerîlayan şêniyên bajaroka Qeladizê ya Raperînê berteka xwe nîşan dan.

Şêniyên Qeladizê gotin ku ev êrişên PDK’ê yên li ser gerîla dibe sedema lidarxistina şerek mezin ku ne di berjewendiya gelê Kurd de ye.

Her wiha daxwaz ji aliyê siyasî hat kirin ku danûstandinê li gel hev bikin û dawî li şer û pirsgirêkan bînin.

Back to top button