Rûniştina doza girtiyên Behdînanê ji bo mehekê hate paşxistin

Rûniştina doza 5 girtiyên Bahdînanê ku wê îro pêk bihata cara sêyemîn hat paşxistin. Asayîşa PDK’ê jî li Hewlêrê êrişî malbatên girtiyên Behdînanê kirin ku li ber derê dadgehê ji bo zarokên xwe nerazîbûn nîşan didan.

Rûniştina doza 5 girtiyên Bahdînanê ku wê îro bihaha dîtin, cara sêyemîn hat paşxistin.

Li Dadgeha Duyemîn a Cezayê ya Hewlêrê wê îro rûniştina 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê Amir Xalid, Firset Ehmed, Cemal Xelîl, Silêman Musa û Silêman Kemal ku bi tawana sîxûrtî ji welatên biyanî re kirine û hatine girtin, pêk bihata.

Lê bi behaneya ku dadwer hîna dosya girtiyan nedîtiye, runiştina dozê ji bo 6’ê Cotmeha 2021’an hate bipaşxisitn.

Malbatên girtiyan li pêşiya dadgeha Hewlêrê nerazîbûnên xwe nîşan dan

Malbatên girtiyan piştî biryara paşxistina dadgekê nerazîbûnên xwe nîşan dan û anîn ziman ku dadwer ne serbixwe ne û li gorî yasa tev nagerin.

Malbatên girtiyan bang li her kesî kir ku xwedî helwest bin û ji bo bidestxistina mafên miroavn dakevin kolanan.

Rêxistina 17’ê Sibat ya ji bo Mafê Mirovan bi daxuyaniyek ragihand ku piştî ku malbatên girtiyên Behdînanê li ber derê dadgeha Hewlêrê nerazîbûna xwe anîne ziman, Asyaîşa PDK’ê êrişî wan kir û telefonên wan şikandin.

Girtina çalakvanên Behdînanê binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê ye

Şeş parlementerên Herêma Başûrê Kurdistanê yên ji partiyên cûda, Şirîn Emîn, Mijde Mehmud, Heliz Ehmed, Dr.Şayan Kake Salih, Sîpan Amêdî û Omer Gulpî, ku di danişîna doza girtiyên Behdînanê ya hatiye taloqkirin de amade bûn, li ser mijarê daxuyaniyek dan.

Parlamenteran diyar kirin ku ev saleke ew çalakvan û rojnamevan girtî ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Parlamenteran daxwaz ji serokatiya dozgeriya giştî kir ku nûnerê dozgerê biguhere û nûnerek din li cihê wî diyar bike da ku bikare bi erka xwe rabe.

Perlementeran dan diyarkirin her rojnamevan û çalakvanên Behdînanê yên girtî tu sûc pêk neanîne û tu îsbata tawanbariya wan nîn e, her wiha girtin û dadgehkirina wan binpêkirina mafên mirovan û azadiya fikir û ramanê ye.

Back to top button