Artêşa Tirk Binarê Qendîl bombebaran kir, 4 gundî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagiker şevê din bi balafirên şer Binarê Qendîl bombebardûman kiribû. Di encamê de 4 gundî birîndar bûn, 3 mal jî hatin hilweşandin.

Doh êvarê dagirkeran, gundên Sine-mok û Ser-gelê yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di bomberdûmanê de welatiyên sivîl ên bi navê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûne, 3 mal hilweşiyane û gelek lawir jî bûne hedef.

Li serê êrîşê, ji gudniyê Binarê Qendîlê Mihemed Xidir diyar kir ku li gel hilweşîna 3 xaniyan, gelek ziyan bi malên sivîlan, bax û baxçeyan ketiye.

Back to top button