QSD’ê li Dêrazorê 3 kesên gef li şêniyan dixwarin, girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Dêrazorê 3 Kesên ku gef li şêniyan dixwarin girtin.

Di derbarê de Ajansa HAWAR’ê ragihand ku QSD’ê li bajarokê Zîban ê 50 kîlometre dikeve rojhilatê Dêrazorê 3 endamên şaneyê bi navên ‘Z.X-B.E û M.C’ girtin.

Ajansê diyar kir ku sedeman girtina endamên şaneyê şênî şantaj dikirin, fîdye ji wan dixwestin û gefên qetilkirinê li şêniyan dixwarin heke pereyan nedin.

Ajansa HAWAR’ê da zanîn piştî lêpirsîna ev 3 endam li xwe mikur hatin ku wan 8 kiryarên şantajê li bajarokê Zîban kirine.

Ajansê daxuyand ku QSD’ê çekên qilêş, dabanceyek û telefûnên wan endamên şaneyê desteser kirin.

Hêjayî gotinê, di telefonên wan de dosya û qeydên tên îsbatkirin ku têkiliyên bi sivîlan re ji bo dayîna pereyan û gefên qetilkirinê hene.

Hêjayî bi bîr xistinê, Endamên şaneyê di komkirina pera de heman rêbazên DAIŞ’ê ‘Zekat’ bi kar tanî.

Back to top button