Şandeya Rûs: Emê hemû komkujiyên dewleta Tirk pêşkêşî dadgeha navneteweyî bikin

Doh hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Meşo, Hemîd El-Ebid û cîgirê hevserokatiyê Sebrî Nebû bi efser û leşkerên rûs ên li baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê dimînin, civiyan.

Di civînê de gelek mijarên girîng mîna zêdegaviyên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Girê Spî, hatin gotubêjkirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Meşo li ser naveroka civînê da xuyakirin ku wan aliyê rûs agahdar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan ewlehiya herêmê têk dibe.

Peymanên agirbestê binpê dike û pirsnîşanan têkildarî rola Rûsyayê ya çavdêrkirina agirbestê çêdike.

Leyla Meşo ev tişt anî ziman:

“Me ji wan re got, diviyabû hûn sozên xwe bînin cih, çavdêriya agirbestê bikin. Lê em dibînin ku topbaran û komkujî berdewam in û herî dawî komkujiya li gundê Sefawiye.”

Di dawiyê de Leyla da zanîn ku şandeya rûs soz daye ku sozên dane şêniyên herêmê pêk bîne, hemû komkujiyên dewleta Tirk, belge bike û bide dadgeha navneteweyî.

Back to top button