Dewleta Tirk li Girê Spî zimanê Tirkî ferz dike

Dewleta Tirk a qirker li herêmên dagirkirî polîtîkayên Tirkkirinê didomîne.

Dewleta Tirk piştî Efrînê vê carê li Girê Spî zimanê Tirkî ferz dike.

Li gor ajansa Hawarê ku xwe dispêrê çavkaniyên heremê dewleta Tirk a qirker li Girê Spî ya dagirkirî dewreyên perwerdeya zimanê Tirkî daye destpêkirin.

Dewleta Tirk vê plana xwe ya helandin û Tirkkirinê jî hin saziyên ku li deverê avakirine ve rewa dike.

Dewleta Tirk li deverê qaşo mecliseke bi navê “Meclisa Girê Spî ya Herêmê” avakiriye û ji meclisê re telîmatek şandiye da ku meteryalên xwendinê yên di dibistanan de têxin Tîrkî û ciwanên herêmê fêrî Tirkî bikin.

Li gor ajansê dewleta Tirk ji bo pêkanîna vê plana xwe jî rewşa aborî ya ciwanên herêmê bikartînin û ji wan re dibêje ger hûn dewreya zimanê tirkî bidawî bikin hûnê bibin mamoste.

Hêjayê bibîrxistinê ye dewleta qirker beriya 2 rojan jî li Efrînê zimanê kurdî di minhacê perwerdê de derxist, zimanê Tirkî ferz kir.

Back to top button