Semîr Dewrêş: Ez ê ji bo mafê xwerêvebirinê ya Êzidiyan kar bikim

Namzetê PADÊ Semîr Dewrêş ji bo hilbijartinên Iraqê dibêje ji bo gelê me careke din rastî fermana neyê, ew ê di Parlamentoya Iraqê de ji bo mafê xwe rêvebirinê kar bikin.”

Endama Saziya Mamosteyan a Şengalê Diya Şengalî jî got ”Ger civaka Êzidiyan di parlementoya Iraqê de hebe wê ji bo naskirina me jî gaveke girîng be.”

Ji bo hilbijartina pêşwext, li seranserê Iraqê hemû partiyên siyasî û namzetên serbixwe lez dane xebatên xwe.

Li Şengalê jî ev hilbijartin ji hilbijartinên dema borî cûda tê nirxandin.

Bi taybet ji bo îradeya civaka Êzidî di qada Iraqê de were naskirin û qebûl kirin.

Ji bo hilbijartinên 10’ê Cotmeha Semîr Derwêş li ser navê PADÊ ya ji bo Parlamentoya Iraqê wekî namzet hat diyar kirin.

Semîr Derwêş anî ziman” Em weke Şengal bazinê 3’emîn in û vê carê em neçûn kota, lê belê em çûne giştî.

Di hilbijartina îsal de 7 namzet li ser navê Êzidiyan serî li kotaya Êzidiyan dane.

Ji bo kotayek serlêdanan 7 kesan dengên Êzidiyan parçe dike.

Ji ber vê yekê pêwîst bû ji bo kota tenê kesek ji nava Êzdiyan bête hilbijartin û aliyên siyasî dest ji kota berdin.

Lê em dibînin her partîyekê dixwaze kota bidest bixe.”

Semîr Derwêş: Aliyên siyasî naxwazin tifaqa Êzidiyan çêbe

Semîr dibêje ku ew ji bo vê parçebûnê derbas bikin ketina nav hewldanan da ku hevpeymanek di navbera partiyan de ava bibe.

Lê mixabin di encama van hevdîtinan de ev daxwaz û pêşniyara PADÊ nehatiye qebûlkirin.

Namzetê PADÊ sedema vê encamnameyê jî wiha nirxand:

“Ji ber her partiyekî Êzidiyan di bin bandora aliyekî an jî derekî de ye, ev alî rê nadin ku tifaqa Êzdiyan çêbibe.

Lê em ê ji bo rêveberiya cewherî kar bikin.

Xala sereke ya bernameya siyasî ya PADÊ jî di çarçoveya fermanê de ye, da ku weke jenosîd were qebûl kirin.”

Diya Şengalî: Hilbijartin ji bo hemû civakên ku li Iraqê ne, gaveke girîng e.

Endama Saziya Mamosteyan ya Şengalê Diya Şengalî jî derbarê hilbijartinên Iraqê axivî û got:

”Hilbijartin ji bo hemû civakên ku li Iraqê ne, gaveke girîng e.

Lê hikumeta Iraqê heta niha ev tişt nedîtiye û bi awayekî fermî qebûl jî nekiriye.

Eger yek ji civaka me di nav parlementoya Iraqê de hebe wê ji bo naskirina me jî gaveke girîng be.”

Back to top button