LÎSTOKA “PUBG” PARLAMENTOYA IRAQÊ BIYARA QEDEXEKIRINA LÎSTOKÊ DIDE

Parlamentoya Iraqê biyarara qedexekirina lîstokên elektronîk bi sedema ku şidetê dinava civakê de zêde dikin, erê dike.

Di runiştina danê êvarê ya Parlamentoya Iraqê de biryara qedexekirina lîstokên elektronîk bi piraniya dengan hate pejirandin.

Hêjayî gotin ye ku beşek zêde ji welatiyên Iraqê bi taybet ciwan bi rêjeyek zêde lîstokên elektronîk li ser mobaîl û komputeran dilîzin.

Di piraniya van lîstokan de jî şer û kuştin heye.

Bi taybetî jî lîstoka “PUBG” ku gelek kuştin û şidet têde heye tê lîstin.

Li Iraqê ji ber bandora van lîstokên elektronîk rojane dinava ciwanan de gelek bûyerên şidet û kuştinê rû didin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button