Efrîn..Pişt salekê ji revandin û agahiya kuştina wê, Melek li malbata xwe vedigere

Piştî salekê ji revandin û agahiya kuştina wê, Melek Nebî Xelîl li malbata xwe vedigere. Melek rastiya revandinê wê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve eşkere kir û da zanîn ku çeteyan hovîtî û sûcên ku DAIŞ’ê li dijî jinên Êzidî dikirin, li wan jî dikirin.

Di pêvajoya 3 salên dagirkirina Efrînê de, li dijî jinan sûcên ji sûcên DAIŞ’ê xerabtir pêk hat.

Di nava bêdengî, korî û keriya wêjdanê navdewletî de, qirkirina çandî, talan, wêran, guhertina demografiya herêmê, revandina şêniyên resen jê jin û zarok jî di nav de, heya niha dewam dike.

Di 23’ê Gulanê de dîmenek ji Efrîna dagirkirî derket ku çeteyên dewleta Tirk gelek jinan revandî dibin girtîgeha navendî ya bajêr.

Di nava wan de jî zaroka bi navê Melek Nebî Xeleî ya 16 salî jî hebû.

Wê demê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bal kişand ser vî tiştî ku Melek Nebîh Xelîl li gundê Dêrwîş ê Şereya Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin.

Piştî 15 rojan ji revandina Melek, agahiyên kuştina wê belav bûn ku cenazeyê wê avêtibûn nava zeviyên di navbera gundê Qestel Cindo û bajarê Ezazê de.

Malbata Melek wê demê nekarîn cenazeyê keça xwe nas bikin, ji ber ku rûyê wê tevahî hatibû xerabkirin.

8’ê Îlona 2021’an Çavkaniyekî taybet ji navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî diyar kir ku zaroka bi navê Melek Nebî Xelîl, beriya çend rojan vegeriya mala xwe û rastiya revandina xwe eşkere kir.

Melek Nebî Xelîl: Ez jî di nava jinên ku hatibûn revandin de bûm

Melek piştrast kir ku dema hin wêne di girtîgeha navendî ya Efrîna dagirkirî de hatin belavkirin, ew di nav jinan de bû, lê piştî wan ew ji girtîgehê derxist û çeteyekî ew revand.

Melek diyar kir ku çeteyan ew birin parêzgeha Idlibê û di dirêjahiya vê demê de li gel xwe ragirtin û wekî DAIŞ`iyên ku nêzî jinên Şengalê dibûn, nêzî wê dibûn.

Her wiha Melek da zanîn ku ew bi darê zorê bi çeteyekî ji Idlibê re dizewicînin û ew çete piştre wê radestî çeteyên “Nuxbe” yê li gundê Meydankê yê navçeya Şera dike.

Lê piştî ku rewşa Melek a tenduristî û derûnî pir xerab bû, çeteyan ew berda.

Back to top button