Gewrê piştî 7 salan vegeriya Şengalê: Ev der cihê me aye û emê li vir bimirin

Gewrê Silêman a ji Şengalê 7 sal li wargehên Başûrê Kurdistanê ma. Ji ber ku êdî nikaribû li dûrê xaka xwe bimîne, vegeriya Şengalê. Dayîka Gewrê dibêje, “Ev der cih û warê me ye, em li vir mezin bûne û em ê li vir jî bimrin.”

Li gel birînên ku hîna qiremûç nebûne, çare tenê veger e.

Gewrê Silêman a ji Şengalê ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji warê xwe bibû.

Piştî ku 7 salan li Başûrê Kurdistanê ma, wê çîroka xwe ya bi êş, tenêtî û xemgînî, ya ku jê re digot “ferman”, di dilê xwe de veşart û vegeriya axa xwe.

Li gorî yadê Gewrê tiştekî wekî axa mirov, bawerî û gelê wê nîn e..

Yadê Gewrê kirinên PDK’ê şermezar dike û dibêje wan çawa em radestî DAIŞ’ê kirin, niha jî dixwazin me radestî Tirkan bikin.

Yadê Gewrê bi van gotinan jî behsa wargehên penaberan.

Gewrê dibêje:

Hikumeta Başûr naxwaze em vegerin warê xwe, di hemû bendên kontrolê de astengî derxistin.

Di berdêla peran de min xwe gihand Şengalê.

Gewrê Silêman diyar dike ku ew di xaka xwe de xwe bi tenê hîs nake, êdî ew ne bi tenê ye.

Back to top button