Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt 287 roj in didome

Berxwedana li zindanên dewleta Tirk a li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt 287 roj in didome. Li aliyê din zext û binpêkirinên li gîrtegehan jî dewam dikin. Tevgera Jinên Kurd ya li Ewropayê û Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê jî ji bo azadiya Rêber Apo banga daketina qadan kirin.

Berxwedana zindana a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyê, didome.

Girtî bi biryardariyeke xurt li gel hemû zextan 287 roj di grevê de ne.

Çalakiya xwedîderketinê ya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr di roja xwe 266’an de ji aliyê koma 134′ an ve hat dewir girtin.

Çalakî li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 249 roj li pey xwe hişt.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê banga tevlîbûna çalakiyên 11’ê îlonê kir

Kurd û dostanên Kurdan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê 11’ê Îlonê ji bo azadiya Rêber apo derkevin qadan.

Çalakî wê li Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Swîsre, Awûstûrya, Ingilistan, Fînlandiya, Norveç û Danîmarkayê werin li darxistin.

TJK-E’yê got, ”Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dora Rêber Apo kom bibin û tevlî çalakiyên 11’ê Îlonê bibin.

Konfedresayona civakên Kurdistaniyên li Almanya banga tevlîbûna meşa dirêj kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) jî ji bo meşa dirêj a 11’ê Îlonê banga tevlîbûnê kir

Meşa wê bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd pêk were û wê pênc rojan dewam bike.

Hevserokatiya KON-MED’ê daxuyaniyek weşand û got:

Bi tecrîda li Îmraliyê re gelê Kurd bi temamî hatiye tecrîdkirin û bi rêya tecrîdê hewl tê dayin ku bêhn li gelê Kurd bê çikandin.

Li dijî vî şerê qirkirinê, gelê Kurd li her devera ku lê ye wê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî berxwedana xwe dewam bike.

Em bang li hemû gelê xwe dikin bi ruhê seferberiyê xwedî li meşa dirêj derkevin.

“Di vê Jin bi têkoşîna xwe tecrîdê têk bibin”

Xebatkarên ku di meclisên gel de cih digrin bal kişandin ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan û gotin;

Back to top button