HPG: Li Zap û Metînayê 3 leşkerên Tirk a dagirker hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li Zap û Metînayê bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin. Di çalakiyê de 3 esker hatin kuştin. Her wiha Bagirek wan a çêkirina rê jî hate teqandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şer û çalakiyên 24 saetên dawî bi raya giştî re parve kir..

Li gorî daxuyaniyê;

Li herêma Metînayê, 8’ê Îlonê li Girê Koordîneyê 2 Bagirên ku ji bo dagirkeriyê rê vedikirin bûne hedefa hêzên me.

Gerîlla ji du aliyan ve çalakî kirine.

Baskê yekemîn ji nêz ve li Bagirê da.

Di encamê de operatorê wê hate cezakirin û Bagir hate teqandin.

Baskê duyemîn jî darb li Bagira din da..

Li Herêma Zapê jî 8’ê Îlonê dema ku dagirker ji Cîloya Biçûk diçûn Girê Şehîd Sefqan gerîlla pêşî bi sabotajê û piştre bi çekên giran li wan dan.

Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Ji ber çalakiya gerîlla, artêşa Tirk a dagirker neçar ma ku ji Girê Şehîd Sefqan vekişe.

Têkildarê Herêma Avaşîn jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî parve kirin:

Ji êvara 8’ê Îlonê û heta sibeha 9’ê wê artêşa dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê 18 caran bi teqemenî û gazên jehrî bombe kiri.

Piştî bomberdimanê, dagirkerên ku xwestin pêşde werin, ji aliyê gerîlla ve hatin astengkirin.

Artêşa Tirk a ku li ber berxwedana dîrokî ya hêzên me nekarî bi pêş de were, carekî din li Qada Berxwedanê gazên jehrî bi kar aniye û bi teqemeniyan bombe kirin.

Dîsa 8’ê Îlonê balafirên şer derdora gundê Dergelê ya herêma Metîna bombe kiriye.

Heman rojê gundê Xîzan a devera Kêrê yên herêma Heftanînê bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Back to top button