Blinken hişyariya vekişîna ji peymana Nukleerî ya bi Îranê re da

Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, her çiqasî beriya hilbijartinan peyamên vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re dida jî, lê niha ev yek berovajî dibe. Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken piştî rapora neyînî ya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî (UAEA) hişyariya wê yekê da ku ew nêzî xala devjêberdana peymana nukleerî ya bi Îranê re ne. Serokomarê Îranê Reîsî jî dibêje, ew di mijara xebatên nukleerî de zelalin.

Aloziya peymana nukleerî ya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) careke din zêde bûye.

Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, her çiqasî despêkê peyama vegera li peymanê dabe lê niha hişyariya rawestandina wê dike.

7’ê Îlonê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) rapora xwe ya têkildarî xebatên nûkleerî yên Tahranê weşand.

Ajansê diyar kir ku xebatên wan yên li gelek cihan tên astengkirin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî yê mihafezekar ku erkê serokomariyê dewir girtiye, gotibû, nepêkane di nava 2-3 mehan de bikarin li peymanê vegerin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken doh di dema daxuyaniya çapemeniya li gel hempîşeyê xwe yê Alman Heiko Maas dayî de li ser mijarê axivî.

Blinken her çiqasî dîrokek zelal eşkerenekiribe jî, lê anî ziman ku êdî ew di xalekê wisan de ne ku vegera li peymanê bê sude.

Heîko Maas jî diyar kir ku Tahran nîşaneyên pir dur dide.

Maas anî ziman ku ji bo vegera bilez ya li ser masa danûstandinan, ew bi telefonê li gel wezîrê nû yê derve yê Îranê axiviye.

Reîsî: Îran di xebatên nukleerî de zelale

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di peywendiya xwe ya li gel Serokê Konseya YE Charles Michel de îdia kir ku ew di mijara nukleerî de zelalin.

Reîsî, careke din DYA bi binpêkirina peymanê tewambar kir.

Tê zanîn piştî ku DYA ji Peymana Nukleer a 2015’an vekişiya Îran bernameya dewlemendkirina uranyûmê didomîne.

Li gel Îran û DYA, YE, Fransa, Brîtanya, Almanya, Çîn û Rûsya jî îmzekerên peymanê ne û pêşbîniya wê hatibû kirin tesîsên nukleer ên Tehranê ji çavdêrên navnetewî re vekirî bin.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump 2017’an ragihandibû ku ew ji peymana dema Barack Obama hatiye îmzekirin vedikişe.

Back to top button