JI BER SERMAYÊ 3 KOLBERAN JIYANA XWE JI DEST DA

Nûçeya me di rêzê de li Rojhilatê Kurdistanê ye, lê ne li ser lehiyê ye, 3 kolberên Kurd li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Kolber News’ê duh li bilindahiya Kanî Xuda ya ser bi bajarê Pîranşar li parêzgeha Urmiye ya li Rojhilatê Kurdistanê 5 kolber dinava befrê de asê man.

Ji wan 3 kesan ji ber sermê jiyana xwe ji dest da, 2 kolberên din jî hatin rizgarkirin.

Cenazeyê her sê kolberan veguhestin Nexweşxaneya Pîranşarê.

 

Leave a Reply

Back to top button