Samih Şukrî: ji bo peywendiyê bi Tirkiyê re pêwiste gelek mijar werin çareserkirin

Hikumeta faşîst ya AKP’ê bi polîtîkayên xwe tevahiya welatên cîran ji xwe re kiribû dijmin. Yek ji van welatan jî Misire.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Şukrî got, Ji bo vegerandina têkiliyan bi Tirkiyê re, divê gelek mijar werin çareserkirin. Yek ji mijara din a sereke ya navbera aliyan derketina çeteyan ji Lîbya bû.

Hikumeta Serokomarê Tirk Erdogan ku di nava tengaviyê de ye, dixwaze careke din têkliyên li gel welatên cîran baş bike.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî doh di hevpeyîneke li gel Bloombergê de, bersiva pirsa têkildarî gera duyemîn a danûstandinên di navbera Tirkiye û Misirê de da.

Samih Şukrî got:

“Ez di wê baweriyê de me ku pêwiste di vê qonaxê de em encamên gera duyemîn a danûstandinan binirxînin.

Bi taybet têkiliyên dualî û girtekên ku Tirkiyê girtine da ku hinek mijaran çareser bike.”

Şukrî girêdayî pirsa ku ‘divê Tirkiye çi bike heta ku hinek pêşketin di warê têkiliyan de çêbin’, ev bersiv da.

“Misirê ji Tirkiyê re daxwaz û nirxandinên xwe pêşkêş kirin.

Ez difikirim ku Tirkiye baş vê yekê fêm dike û dikare wan pêk bîne.”

Misir piştî bidawîbûna gera duyemîn a danûstandinên rojên dawîn, li Enqereyê ku duh bi dawî bûn agahî da.

Wezareta Karên Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de diyar kir ku her du aliyan mijarên girîng ên mîna rewşa li Lîbya, Sûriye, Iraq, Filistîn û Rojhilata Navîn nîqaş kirine.

Çavkaniyekî dîplomatîk ji ajansa Tas a Rûsyayê re got:

“Mijarên vekişandina leşkerên Tirk û çeteyên biyanî ji Lîbyayê, di danûstandinên dîplomatên misirî û Tirk de hatin nîqaşkirin.”

Back to top button