NY: Li Efxanistanê bi taybet jin di nava tirseke mezin de ne

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li Efxanistanê jin di nava tirseke mezin de ne.. Amerîka û Almanyayê jî ragihand ku ew ji endamên kabîneya hukûmeta nû ne razî ne.

Doh Tevgera Talîbanê hukûmeta xwe a demkî eşkere kir..

Hukûmet bi tevahî ji mêran pêk tê û ev yek helwesta Talîbanê ya li hemberî mafê jinê careke din xist rojevê..

Ji xwe ji roja ku dest danî ser desthilatdariyê beşê herî zêde bihêrs bûye jin in..

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi hatina Talîbanê de jin ketine nava tirseke mezin..

Nûnera Jinan li Neteweyên Yekbûyî Alîson Davîdîan diyar kir ku Talîban di mijara naskirina mafên jinê de ne zelal e û got;

Di nava rojên dawî de mafên jinê ber bi xerabiyê ve diçin. Êdî wisa lê hatiye ku bê hebûna mêran, jin nikarin ji malên xwe derkevin.

Li hin eyaletan zor li wan hatiye kirin da ku dest ji kar berdin.

Stragehê jinan, dibin hedefa êrişan.

Amerîka û Almanya ji endamên hukûmeta nû ne razî ne

Li aliyê din Amerîka û welatên Ewrûpa ên rê li ber aloziya Efxanistanê vekirin, îdîa dikin ku ew ji hukûmeta nû ya Talîbanê ne razîne..

Hukûmeta nû ya hatî ragihandin, rojeva civîna wezîrên karên derve ên Amerîka û Almanyayê bû..

Wezîrê Amerîkayê Antonyî Bilînke anî ziman ku hukûmeta roja Sêşemê hate ragihandin bi ti awayî ne cihê baweriyê ye..

Blînken diyar kir ku hin kesên di hukûmetê de cihê xwe digrin, xwedî dîrokeke aloz in..

Wezîrê Karê Derve ê Almanyayê Hayko Mass jî got, vê gave ne guncav e ku ew hukûmeta Talîbanê nas bikin..

Back to top button