Li Makedonya di şewata li nexweşxaneya Covid-19 de herî kêm 14 kes mirin

Li Bakurê Makedonya di newxweşxaneya Covid-19 de, şewat derket. Di encamê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê Venko Filipce sersaxî ji malbatên miriyan re xwest û ragihand ku dibe jimara miriyan zêde bibe.

Bûyer bi şev li bajarê Tetovo yê li bakurê rojavayê welêt qewimî.

Piştî lêkolînan, hate fêmkirin ku şewat piştî teqînekê pêk hatiye.

Şewat bi qasî 45 deqeyan dewam kir.

Di encamê de herî kêm 14 kes mirin.

Lê hîna jî sedema teqînê nehatiye zanîn.

Gelek birîndar rakirin nexweşxaneyên li paytextê.

Serokwezîrê Makedonyaya Bakur Zoran Zaev jî bi peyameke li ser medya civakî got,

Têkoşîna ji bo jiyanê hîna didome.

Back to top button