Serokdewletê Belarûsê Lukaşenko û Putin li Moskowa civiyan

Serokdewletê Belarûsê Alexander Lukashenko li Moskowa bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiya.

Li gorî nûçeya tora Euronewsê, di demeke tetbîqatên leşkerî yên hevpar ku Rûsya û Belarûs pêk tînin de, Lûkaşenko-Putin re civiya.

Têkildarî navenroka civînê, agahî nehatin parvekirin.

30 Tebaxê jî di navbera Putin û Lukaşenko de peywendiyek telefonî pêk hat.

Di wê peywendiyê de Minsk daxwaza xwe ya wergirtina sîstema parastinê ji Moskowa kiribû.

Di nava demên dawiyê de, Belarûs bi welatên rojavayî re ketiye nava aloziyê.

Lukaşenko îdia dike ku par di hilbijartina li welate de, welatên Rojavayî destwerdan kirine.

Belarûs ji Rûsyayê piştgiriya darayî û dîplomatîk werdigire.

Back to top button