Leşkerên Tirk bombeyên deng avêtin şêniyên gundê Qermane yê Dirbersiyê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin. Artêşa Tirk piştî nîvro dema dewriya wan û Rûsiya yê di navçeya Dirbersiyê derbas dibû, bombeyên deng avêtin welatiyan. Vê sibê jî artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeya Til Temirê êrişî dibistanan kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrihyê zêde kirine.

Îro dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir …

Li gorî nûçeya ANHA’yê leşkerên Tirk bombeyên deng avêtin şêniyan ên ku li dijî dewriyeyê derketibûn ser rê.

Hat gotin ji ber bombeyên hatine avêtin tu zirar negihaşt sivîlan.

Artêşa tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di dawiya Gulana 2020`an de 9`ê Îlonê weke Roja Navneteweyî ya ji bo Parastina Perwerdeyê ji êrişan ragihand.

Roja Parastina Perwerdeyê ji êrişan a navneteweyî ji aliyê 63 dewletan ve hat erêkirin.

Komeleya Giştî tevahiya êrişên li dijî dibistanan û bikaranîna wan ji bo hedefên leşkerî şermezar kirin û got, êrîş li dijî qanûnên navneteweyî ye lê dewleta Tirk van qaûnan bin pê dike.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, zarok ji mafên xwendinê bê par man, niha jî dibistanên Til Temirê bombebaran dike û hildiweşîne.

Têkildarî vê yekê hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Herêma Til Temir Ebdurezaq El-Kinêhir axivî û got:

“18 dibistanên girêdayî Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê hebûn lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirin, veguherîn çavkaniyên topbaranê.

El-Kinêhir diyar kir dewletên ku peymanê îmze kirin li dijî êrîşên dewleta Tirk yê li ser dibistanan ti daxuyaniyê şermezarkirinê nadin.

El-Kinêhir bang li aliyên peywendîdar û UNICEF`ê kir ku parastina perwerdeya li herêmê bikin.

Back to top button