Çeteyên dewleta Tirk 5 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin

Li Efrîna dagirkirî roj bi roj hovîtî û kirinên çeteyên dewleta Tirk zêde dibin. Çeteyan 5 sivîlên ji gundê Çelma yê navçeya Cindirêsê revandin. Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk jî serdana çeteyên li Ezazê kir û bi wan re civiya.

Sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li Efrîna bê navber dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk 5 sivîl ji gundê Çelma yê navçeya Cindirêsê revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê navê kesên ku hatine revandin wiha ne,

Reşîd Binefşe yê 28 salî, Gênco Sibhî Gênco yê 27 salî, Hesen Sibhî Elo,

Mistefa Ehmed Morî û Çîlo Mistefa Cîro.

Hat diyar kirin çeteyan kesên ku revandine birine cihekî ne diyar.

Doh jî çeteyên dewleta Tirk ciwanek ku ji Libnanê vegeriya Efrînê revandin.

Tevî van kirinan jî ENKS’ê Efrîn weke bajarek aram û ewle bi nav dike û banga vegera şêniyan dike.

Hulusî Akar bi serçeteyên li Ezazê re civiya

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar herêmên ku dagirkirine weke yê xwe dibîne û serdana wan dike.

Hulusî Akar li Ezazê bi serçeteyan re civiya û hêz ji bo dewamkirina kirinan li Efrînê da wan.

Civîn bi serçeteyên komên El-Ezim a Feyleqa Sêyem re li nêzî deriyê sînor ê Bab El-Selam ê Ezazê veşartî pêk hat.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di dema civînê de tevgera çûn û hatinê bi giştî sekinî û balafirên keşfê jî li asîmanê herêmê digeriyan.

Hêjayî bibîrxistinê 21’ê Tîrmehê jî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu jî çûbû Efrîna dagirkirî.

Ev çûyîna wî jî piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî goristanên şehîdan kirin pêk hatibû.

Back to top button