Li Tebqayê Kongreya Desteya Perwerdê hat lidarxistin

Ji bo nîqaşkirina rewşa perwerdê li herêmê, zehmetî û derbaskirina pirsgirêkan, Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn kongreya xwe li dar xist…

Kongre li bajarê Tebqayê bi tevlîbûna sedan mamoste, hevserokên komîteyên perwerdeyê, Desteye Perwerdeyê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û endamên Meclisa Sûriya Demokratîk yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat…

Di kongreyê de axaftin hatin kirin û yekemîn kongre hat pîroz kirin.

Kesên axivîn berxwedana şehîdan silav kirin û diyar kirin ku tiştê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime, xwesteka jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de nîşan dide.

Hat diyar kirin ku di şert û mercên dijwar de û nebûna derfetên destpêkirina pêvajoya perwerdeyê, ew neçar man ku xwe bispêrin derfetên heyî yên rêveberiyê.

Di kongirê de rewşa perwerdeya li herêmê û zehmetiyên ku di pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê de dibînin jî, hatin nîqaşkirin.

Back to top button