Duh êvarê hemwextî dewamkirina turnuvaya futbolê ya jinan, Turnuvaya Şehîdên Kluba Cîhad a Futbolê li Qamişloyê bi dawî bû.
Her du turnuva li Stada Aryan a li gundê Helîq ê navçeya Girkê Legê li dar ketin.
Di turnuvayê de 55 klubên cuda yên Qamişloyê beşdar bûn.
Maça dawîn di navbera Tîma Heftanîn û Tîma Şehîd Mihyedîn de pêk hat.
Di dawiya maçê de Tîma Şehîd Mihyedîn bi 1-0 bi ser ket.
Di turnuvaya futbolê ya jinan de tîmên Amûde û Xabûrê lîstin û di dawiyê de tîma Xabûr bi 2-0 bi ser ket.
Di dawiyê de her du tîmên serkeftî hatin xelatkirin.