Li Efrînê û gundewarên wê doh careke din şer û pevçûn di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de der ket.
Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li Efrîn û gundewarê wê şer navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû da.
Şer navbera çeteyên bi navê ”Ehrar El şam” û çeteyên bi navê ” Ceyş Elwetenî” de rû da.
Di encam de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn.
Çavdêriyê ragihand ku duh piştî nîva şevê şerekî dijwar di navbera çeteyên bi navê ”ELcebha El şamiya” û çeteyên bi navê ” Sultan Murad” de derket.
Di encam de çeteyek hat kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rewş heta niha jî ne aram e .