Li girtîgehek Îsraîl ya girtiyên Filistînî lê ne, alozî derket

Li girtîgehek Îsraîl ya girtiyên Filistînî lê ne, alozî derket.
Filistîniyan pêngava tengavkirina li girtîgehan ku ji aliyê Îsraîlê ve tê meşandin red kirin.
Ji bo piştevaniya bi girtiyan re jî li Filistînê xwepêşandan hebûn.

Piştî reva 6 girtiyên Filistînê ji girtîgeha Gilboaê, hikumeta Îsraîl pêngava tengavkirina girtîgehan despêkir.

Ev yek linava girtîgehan bû sedema derketina aloziyê.

Li gorî ajansên nûçeyan, di girtîgeha “El-Negev” de nakokî çêbûn, girtiyên Filistînî gelek odeyên girtîgehê şewitandin.

Ew yek jî li ser paşxaneya biryarên Îsraîlê yên tengavkirina girtiyan pêk hat.

Îsraîl hewl dide cihê girtiyên “Cîhad El-Islamî” biguher û wan ji hev cuda bike, da ku careke din nerevin.

 

Li Xezayê piştevaniya ji bo girtiyan

Ji bo piştevaniya girtiyan li Xezayê xwepêşandan hatin lidarxistin û komên Filistînê; Hemas û Cîhad El-Îslamê hişyarî da ku ev zext wê bi xwere aloziyê zêdetir bike.

Li nava kolanan jî pevçûn rûdan.

Back to top button