Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.
Leşkerên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hirbil û Til Medîq yên Şehbayê bi hawan û obusan topbaran kirin.
Her wiha îro dewriyeyeke hevbeş ya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê leşkerên Tirk bombeyên deng avêtin şêniyên ku li dijî dewriyeyê derketibûn ser rê.