Di çarçoveya çalakiyên bi diruşma “Werin Cenga Azadiyê” de, Mîhrîcana Şehîd Stêrvan a Sêyemîn, li keleha Ceber a li Tebqayê li darket.
Her wiha doh pêvajoya yekemîn a Mîhrîcana Hawar a Stranan a 3’yemîn jî li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi dawî bû, û 14 kes ji bo qonaxa duyemîn hatin hilbijartin.
Mîhrîcana Şehîd Stêrvan ku bi diruşma “Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin” destpêkiribû, bi sedan şêniyên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê tevlê bûn.
Di mîhrîcanê de komên Govend, Stran, Taykwando û Hunerên Gelêrî ji Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazorê, hunerên xwe pêşêkş kirin.
Li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê jî
Piştî 4 rojan ji mihrîcana festîvala Hawar a stranan doh pêvajoya yekemîn li ser dika kampa berxwedan ya navçeya fafînê bi dawî bû…
Divê pêvajoya yekemîn de 21 kes hebûn piştî tecrîbeyan 14 kes hatin hilbijartin û serketin.
Mihrîcana Hawar wê 4 rojan navber be û dê qunaxa duyemîn di 14 û 15 vê Îloê de dest pê bike