Parlamana Lîbyayê qanûna pêkanîna hilbijartinên serokatiyê erê kir

Parlamana Lîbyayê qanûna pêkanîna hilbijartinên serokatiyê di meha dawî ya vê salê de erê kir.

Tevî nerazîbûna Meclisa Bilind ya Dewletê ya Lîbî, serokê parlamana Lîbî Eqîle Salih qanûna pêkanîna hilbijartinên serokatiyê di dawiya salê de îmze kir.

Berdevkê parlamana Lîbî da zanîn ku Eqîle Salih qanûna ku îmze kirî rêkir ji saziyên siyasî yên din re her wiha ji Netewên Yekbûyî re.

Li gorî qanûna hilbijartinê, berpirsên niha dikarin xwe weke namzet bidin nîşandan lê divê beriya wexta hilbijartinê bi sê mehan bidemkî ji karê xwe istîfa kiribin.

Weke çavdêr jî dibîn ku serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û kurê serokê Lîbyayê yê berê Seyf El-Islam weke namzet wê xwe nîşan bidin.

Back to top button