Girtiyên Behdînanê li zindanên PDK’ê tên êşkencekirin.
Girtiyan ji ber bêdadiya PDK’ê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Ji girtiyan Eyaz Kerem eşkere kir ku rewşa wan li girtîgehê xirab e û nahêlin ew parêzerên xwe bibînin.
Eyaz Kerem got li girtîgehê êşkenceya derûnî û bedenî li wan tê kirin.
Her wiha PDK’ îfadeya wan guhartiye û rê nade hevdîtina wan û parêzeran.
Kerem di peyamê de bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamena Başûr kir ku rewşa wan bişopînin.
Di çarçoveyê de, Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafên Mirovan jî diyar kir ku rewşa girtiyan a tenduristî pir xirab e.
Rêxistina 17 Sibatê anî ziman ku girtiyan dev ji vexwarina avê jî berdaye.
CPT: Ji dema girtî ketine grevê rewşa wan xerabtir bûye
Rêxistina CPT’ê ya navneteweyî jî derbarê dosyaya girtiyên Behdînanê û rewşa wan daxuyaniyek da.
CPT’ê eşkere kir ku girtiyên Behdînanê yên bi navê Mesûd Elî, Şêrwan Teha, Karger Ebas û Bendewar Eyub ji ber ketine grevê li girtîgehê hatine cezakirin.
Hat gotin ji dema ku van girtiyan ji ber paşxistina dadgehkirinê dest bi greva heta mirinê kirine; rewşa wan jî li girtîgehê xerabtir bûye.