Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryara yekkirina minhacên perwerdeyê stand

Berî du rojan li bajarê Reqayê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 1. li dar xistibû.

Duh sibehê, kongre bi standina gelek biryaran bi dawî bû.

Ji wan biryaran, yekkirina minhacan e li ser asta herêmê.

Kongreya 1. a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi standin biryarine girîng bi dawî bû.

Desteyê biryar da ku minhacên perwerdeyê li ser asta herêmê bike yek.

Ji bo pêşxistina karînên rêveberî û sîstema rêveberiyê jî dê xebateke berfireh were destpêkirin.

Desteyê her wiha biryar da ku perwerdeya teknînî û pîşeyî were bipêşxistin.

Amadekirina “rênîşana mamoste” jî weke biryar hate standin.

Ji bo şagirt û tevaya malbatên herêmê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê di kongreyê de biryar da ku televîzyoneke fêrkirin û perwedeyê veke.

Back to top button