NY: Talîbanê dest bi kuştinên komî kir

Raya giştî ya cîhanê ji ber kirinên Tevgera Talîbanê bifikar e..

Tevî vê yekê jî xemsarî û bêdengî dewam dike..

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Talîban li gelek deveran dest bi kuştinên komî kiriye..

Rojnamegerên ku hêrs û nerazîbûna civakê dişopînin jî para xwe ji êriş û êşkenceyên Talîbanê digrin.

Doh Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara Efxanistanê kom bû..

Nûnera Efxanistanê Deborah Lyons (Dîbora Liyonz) ragihand ku li gorî çavkaniyên pê bawer agahî gihiştine ber destê wan ku Talîban dest bi kuştinên komî kirine..

Liyonz anî ziman ku tevî soza efû ya Talîbanê jî êrişên li dijî endamên ber ên ewlekarî û karmendan zêde dibin.

Gelê Efxan bi birçîbûnê re rû bi rû ye

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antony Guterres jî ji Ajnasa AFP re ragihand ku bi mîlyonan Efxan bi birçîbûnê re rû bi rû ne..

Guterres weke rêya xelaskirina gelê Efxanistanê jî diyar kir ku lazime diyalog bi Talîbanê re were kirin û got;

Em dizanin dibe ku ti encam ji vê diyalogê neyê bidestxistin. Lê dîsa jî ji bo em gel ji vê rewşa kambax xelsa bikin, lazime were kirin.

Rojnameger dibin hedefa êrişên Talîbanê

Di vê navberê de rojnamegerên li welat ên ku nerazîbûnên civakê û bi taybet jinan dişopînin, para xwe ji êrişên Talîbanê digrin..

Rojnameger Nimet Neqdî û Teqî Deryabî dema xwepêşandana jinan li dijî Talîbanê dişopandin, li Kabulê têne girtin..

Paşê çekdarên Talîbanê êşkencê li wan dikin..

Neqdî û Deryabî anî ziman ku Talîbanan bi rêbazên hov êşkence li wan kirine.

Herdû rojnamegera diyar kir ku bi êrişên Talîbanê re eşkere bû ku azadiya ragihandinên li Efxanistanê tê binpêkirin.

Back to top button