Ji çaxa dagirkirina Efrînê ve, ev cara yekem e Efrîniyên koçber Mehrecara 3. a Hawar a Stranan li dar dixe.
Qonaxa Mehrecanê ya yekem bi dawî bû.
Tê de, 14 kes derbasî qonaxa 2. bûn.
Tê payîn piştî 4 rojan qonaxa duyem dest pê bike.
Dengê xwe ji top û bombeyan bilindtir dikin..
Ev Efrînî ne..
Dagirkeriya Tirk ew ji erdê wan koçber kirin, lê ew bêdeng nekirin..
Vaye îro careke din mehrecana Hawar a sêyem li dar dixin..
Tevgera Çand û Hunerê komîteyeke nirxandinê ji 3 kesan ava kir û dest bi amadekariyên mihrîcanê kir.
Endamê Komîteya Amadekar a Mihrîcana Hawar Niyezî Seydo diyar kir ku wan sala 2015-2016`an li Efrînê mihrîcanên yekemîn û duyemîn li dar xistin, lê piştî koçberî kantona Şehbayê bûn, ev cara yekemîn e.
Di meha Hezîranê de Mihrîcana Hawar a Stranan ya 3`yemîn dest bi nirxandina dengan kir.
Piştî qonaxa nirxandina dengan, 21 kes ji aliyê Komîteya Çavdêriyê ve hatin hilbijartin.
Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar bi diruşmeya “Çanda resen dengvedana serdemê ye” 6 Îlonê li kampa Berxwedan a Şehbayê dest pê kir û qonaxa yekê bi dawî bû.
Û 14 kes derbasî qonaxa duyemîn bûn.
Mihrîcana Hawar wê 4 rojan raweste û careke din dest pê bike.