Covid-19..Nêzî 800 kesî bi vîrûsê mirine

Di van rojên dawiyê de, Vîrûsa Koronayê careke din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi xurtî belav dibe.

Rojane bi sedan rewşên nû tên tomarkirin û jimar gelekî zêde bûye.

Û heta niha bi dehhezaran kes pê ketine û bi sedan jî jiyana xwe ji dest daye,

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî duh ragihand ku 276 kesên nû bi vîrûsê ketine.

Li gorî desteyê, heta niha 22,333 bi vîrûsê ketine û 797 jî pê mirine.

Piştî belavbûna zêde ya Vîrûsê, Desteyê gotibû:

“Em ê rêkarên nû ji bo rêgirtina li ber Koronayê pêk bînin û wê qedexeya derketina derve jî were ragihandin”

Back to top button