ŞAREDARÊ CHP’Î YÊ BAJARÊ MEZIN Ê STENBOLÊ ÎMAMOGLU MAZBATA XWE GIRT

Piştî 17 rojan ji pêkhatina hilbijartina herêmî li Tirkiyê, heta niha jî li hin bajaran encam nû derdikevin.
Li Stenbolê bi taybet rewş cuda bû.
Erdogan ji bo ku vî bajarî bi dest bixe serî li gelek dek û dolaban da .
Lê tevî hemû hewldanên wî yên binketî , Erdogan ev bajar ji dest da û pê re jî xewn û xeyalên wî pêk nehatin .
Şaredarê CHP’î yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi girseyek mezin çû Dadgeha Çaglayan Stenbolê û mazbataya xwe wergirt .

Li Tirkiyê hilbijartina herêmî pêk hat..

Heta niha jî û piştî 17 rojan encam li hin bajaran nû derdikevin.

Şaredarê CHP’î yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû Dadgeha Çaglayan a Stenbolê û mazbataya xwe wergirt.

ÎMAMOGLU: EZ ŞAREDARÊ HER KESÎ ME, YA ESAS XIZMETA VÎ MILET Û BAJARÎ YE

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî mazbata xwe girt, li Saraç-haneyê xîtabî girseya gel kir.

Îmamlogu, diyar kir ku ew êdî şaredarê 16 milyon e û tu cudakariyê naxe nava kesan û wiha got:

“Ez vê mazbatê li ser navê 16 milyon mirov digirim.

Ez spasiya xwe ji hemû partiyan re dikim.

Spasiya xwe ji hemû gelê Stenbolê re dikim.

Em hatin xizmetê bidin mirovên xweşik ên vî bajarî. Emê xizmeta her kesî bikin.

HDP’Ê JI BO TETWANÊ HILBIJARTIN NÛ BÊ KIRIN, SERÎ LI YSK’Ê DA

Li aliyê din HDP’ê ji bo Tetwan a li 4 navnîşanan 888 hilbijêr hene ya ku ne gengaze ji bo betalkirina hilbijartinê û ji nûve dubarekirinê îtirazekî rewşa awarte serî li YSK’ê da.

Leave a Reply

Back to top button